Hüseyin Demirci,İsmail Kaplan
17 Mijdar 2022•Rojanekirin: 22 Mijdar 2022
Li Sarîqamişa navçeya Qersê berf barî û der û dor spî û çîl bû.
Li navçeyê bişev berfê dayê û bi navber dewam kir û der û dor pê ra spî bû.
Li pîstên etaba 2yem a Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê qalindahiya berfê derket 10 santêmî, li navenda navçeyê jî derket 5 santêmî.

Welatiyan serê sibehê berfa pêşiya kargehên xwe û berfa ser erebeya xwe avêt.
Berfê daristanên sariçamê xemiland.
Ji şêniyên navçeyê Ayhan Ayna diyar kir ku heta nîvê şevê berf barî, ew sibehê rabûn û dîtin ku erd spî bûye.
Hin herêmên navçeya Dîgorê û li ser rêya Qers-Îdirê texma dirba Hanlarê ku 2 hezar û 286 raqim e jî berf barî.
Li Erzirom û Erdexanê berf barî, mij û cemed çêbû
Li Erzirom û Erdexanê sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Deverên bilind ên Çiyayê Palandokena Erziromê berf barî.
Wesayîtên ku derketin herêma navenda xweşiqitandinê, ji ber berf û cemedê tengasî kişandin. Li ser cabdayînê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin rê xoy kir.
Li navenda bajêr jî serê sibehê mij çêbû.
Şofêran ji ber cemed û mijê tengasî kişand.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf barî û serma çêbû.
Li bajêr cemed çêbû û şofêran serê sibehê wesayît baldarî ajotin.
Li navçeya Goleyê jî bi şev bi navber berf barî û deverên bilind û navenda navçeyê erd spî bû.