Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê welatiyên ku ji ber germê tebatî nayê wan, dikevin Çemê Orşê û wextê derbas dikin.
Germahiya hewayê li navçeyê 38 pile ye û kesên ji germê aciz dibin berê xwe didin Çemê Orşê yê ser gundê Kadikoyê ku 15 kîlomêtro dûrî navçeyê ye.
Hin kes peya, hin kes bi bisiklêtê û hin kes jî bi wesayîtên xwe tên çem. Xelq ewil dikeve heriyê û paşê jî xwe berî ava sar a Çemê Orşê didin.

Ji welatiyan Cumhur Ozê ku ket ava çem diyar kir ku ji ber germahiya hewayê ew aciz bûn û tevî hevalan berê xwe dan çem û wiha pê da çû: "Li vê derê wext xweş derbas dibe. Mezinên me jî tên û em heftê 2-3 caran tên vê derê. Em li vê derê seyranê jî dikin. Çem zêde kûr nîne û em bi rihetî dikarin soberiyê bikin."
Zerevan Çapanê ku bi bisiklêtê hat ser çem jî got ku ew ji bo rihetiya canê xwe tên.