Haydar Şahin
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
DUZCE/BOLU
Li tanga Çiyayê Boluyê li ser Rêbeja D-100î û Otoyola Anadoluyê berf dibare.
Li tanga Çiyayê Boluyê li ser Rêbeja D-100î û Otoyola Anadoluyê bi şev şilî dibarî û ber destê sibê jî berfê dest bi barînê kir.

Baran herî zêde li Elmalik û Seymenlera texmên Boluyê û Bakacak, Biçkiyani, Kaynaşli û Karanlikdereya texmên Duzceyê tesîra xwe nîşan dide.
Li viyadukên 1, 2 û 3yan ên Otoyola Anadoluyê û Tunela Çiyayê Boluyê barîna berfê dewam dike.
Ekîbên rêbejê bi makîneyên berfpaqijkirinê û xoyê va xebatên xwe didomînin, ekîbên trafîkê jî ji bo mesafeya teqîbê û lezê ajokaran hişyar dikin.

Li Duzce û Boluyê jî şilî dibare.
Rayedarên meteoroloijyê gotin li bendê ne ku barîna berfê 2 rojan dewam bike.