Serdar Coşkun
11 Hezîran 2025•Rojanekirin: 12 Hezîran 2025
Li Alacaya navçeya Çorumê minîbuseke kesên ji dawetekê vedigeriyan tê da bûn welgeriya, di qezayê da 17 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku plaqeya wê 55 AR 265 û şofêrê wê A.Î. li ser rêya Çorum-Yozgatê li herêma Bendava Koçhîsarê welgeriya kêleka rê.
Piştî agahdarkirinê, ekîbên cendirme û tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da şofêr û Sedat Resulcan D, Azîz D, Mustafa D, Recep D, Şakir D, Yakup D, Seyît Ahmet Î, Erdal D, Kemal D, Kezban D, Osman D, Samet D, Gulhatun D, Mahîr D, Huseyin D. û Osman D. yên ku di minîbusê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Alacayê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erol Olçok ya Zanîngeha Hîtîtê.
Hat ragihandin ku kesên di minîbusê da ji bo dawetekê çûbûn Edeneyê û ji wir vedigeriyan Samsunê.