Li Erdemliya navçeya Mêrsînê tirimbêl û motorek li hev qelibîn û di qezayê de 2 kes mirin.
Motora bê plaka ya ku Îsa Erdenê 16 salî diajot û tirimbêla bi plakaya 33 VLU 70 a ku ajovanê wî Erhan Yon bû, li nêzî Çamlikê li hev ketin.
Erdenê birîndar şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdemliyê û Alî Şîmşekê (16) ku di tirimbêlê de bû jî rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê.
Birîndar li nexweşxaneyê mirin.
Ajovanê tirimbêlê, birin qereqolê.