Haydar Şahin
12 Tebax 2020•Rojanekirin: 14 Tebax 2020
Li Erdexanê kelecana derxistina hingiv dest pê kir. "Hingivê kulîlkan ê Erdexanê" bi destê Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê hatinbû tescîlkirin.
Biharê kevarên mozan datînin çil û çiya û zozanên bilind ên foloraya nebatan lê zêde ne û hingivê kulîlkan ê Erdexanê derdixin. Hingiv tevkariyê dide aboriya bajêr.
Mozvanan dest pê kirin hingivê ewil ê salê derxistin. 750 mozvanên endamên Yekîtiya Mozvanên Erdexanê bi 45 hezar kevarî va hingiv derdixin û dişînin ser sifreyan.
Mozvan di nav rojê da dest bi derxistina hingiv dikin û hetanî nîvê şevê dewam dikin. Mozvan dû didin kevaran ku moz ji hingiv dûr bikevin û kapaqên li ser şimaya hingiv radikin.
Hingiv bi ereneya desta dibin depoyê li vê derê li makîneyê dixin hingiv û şimayê ji hev derdixin, paşê jî berî kavanozan didin.
- Bi qelîteya wê qalê dikin
Mozên Qafqas di nav 4 cisnên herî girîng ên mozên dinyayê da tên zanîn. Moz ji hezaran kulîk û nebatan hingivê kulîlkan ê Erdexanê çêdikin.
Îsal ew ê kîloya hingiv bi 100 lireyî were firotin.
- "Li gor par gelekî kêm bû"
Îlhan Evliyaogluyê Serokê Yekîtiya Mozvanên Erdexanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dest bi derxistina hingiv kirin.
Evliyaoglu got îsal li gor par hinhiv kêm e û wiha pê da çû: "Li gor par gelekî kêm e hingiv. Dibe ku herêm herêm ev biguhere. Di hin kevaran da ji sedî 80 kêm bûye. Sedema vê jî şiliya gulanê ye. Îsal di gulanê da şilî zêde barî û zrar da hingiv.û polenê."
- "Hingiv îsal kêm bû"
Buşra Bîlgîna li Çataldereya gundê navendê mozvaniyê dike jî got îsal hingiv kêm e û wiha pê da çû:
"Hingivê me jî kêm e. Dîsa li gor herêmên din hingivê me ring derket. Ya rastî ne zehf nerind e ne jî zehf rind e. Qasî ku me hêvî dikir derneket. Par ji kevarekê kêmzêde 13 kîlo hingiv derdiket. Îsal 7 kîlo derdikeve. Mozvanên rewşa wan ji ya me nebaştir hene. Înşaellah sala pêşiya me hingivê zêde bibe."
Bîlgînê got hingivê par zer bû yê îsal ji ber cudahiya kulîlkan xwe ber bi regê sor dikişîne.