08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
ARDAHAN
Li Posofa navçeya Erdexanê ji ber berfê û hewaya sar rojekî navber dan perwerdeyê. Li Posof, Hanak û Damalê rêya 85 gundan hat girtin.
Ekîbên rêbejê ji ber ba û bagerê xebatên paqijkirinê bi zor zihmet didomînin.
Bi taybetî ajokar li tanga avahiyên TOKIyê ya li Taxa Înonuyê ji ber ku ba û bager berfê li ser rê kom dike tengasiyan dikişînin.
Li navenda Erdexanê ajokarên ku ji ber sermayê akuyên wan naxebitin bi alîkariya wesayîtên din va wesayîtên xwe didin xebatê.

- Di minibusê da tup vêxistin
Ajokarên minibusên ku di nav navçeyê da rêwiyan diguhazin ji bo germkirina rêwiyan xêncî kalorîferê di minibusan da tupê piçûk vêxistin.
Baran Avşarê ajokarê minibusê diyar kir ku xebata di sermayê da zehf bi zihmet e û wija got: "Germahiya hewayê di binê sifirê da 30 pile dît. Em zehf di zor û zihmetiyê da dimînin. Êdî kalorîfera minibusê têrê nake. Ji ber vê ez di minibusê da tupê piçûk jî vêdixim."
Wek mayîn li navçeyê ji ber sermayê cembelîkên ku dirêjahiya wan digihînin metreyan çêbûn, ji ber ba û bagerê tabelayên hin dikanan zirar dîtin.