Sevim Hatun
08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê kêmtirîn pileya germahiyê, bin sifirê 19 pile li Agiriyê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li herêmê hewa bi ewr û sayî be. Herwiha tê texmînkirin ku danê êvarê li bakûrê Erdexanê berf bibare.
Herwiha li gorî texmînan, li herêmê di pileya germahiyê da guhertineke mezin dê çênebe û ba jî dê ji hêla rojava ve di asteke navîn da were.
Li herêmê kêmtirîn pileya germahiyê, bin sifirê 19 pile li Agiriyê, 16 pile li Erdexanê, 13 pile li Erziromê, 11 pile li Qersê, 7 pile li Erzincanê, 6 pile li Tûncaliyê û 5 pile li Îdirê hat pîvan.
Herwisa tê texmînkirin ku bilindtirîn pileya germahiyê li Îdirê 5, li Erzinganê 2; li Tûnceliyê bin sifirê 1, li Erziromê 3, li Qersê 4, li Erdexanê 6 û li Agiriyê 8 pile be.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 17, li Agiriyê 8, li Erziromê 7 û li Qersê jî 3 santîmêtro hat pîvan.
Ji hêla din, hat ragihandin ku bi şev û ber destê sibê cemed û seqemê çêbe û ji ber hindê welatî, ajovan û kesên eleqedar divê baldar û bi tevdîr bin.