Günay Nuh
25 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2024
Li gundên Erdexanê ji bo ku zivistanê heywanên xwe xwedî bikin gundiyan dest bi çinîna gîha kir.
Çandinî û heywandarî ji bo dahata bajêr ya ku deşt û mêrgên wê zêde ne, gelekî giring e
Li Erdexana ku qasî 350 hezar dewar û 180 hezar jî pez lê tê xwedîkirin çend rojên dawîn baran zêde barî û li gorî sala par gîha jî zêde hêşîn bû.
Gîhayê li Taxa Karaçayê bi makîneyên çandiniyê tê çinîn û paşê jî tê tapûlkirin.
Welatî bi tirmix û dirganê gîha berhev dikin.
Midûrê Çandinî û Daristanan yê Bajêr Muhammet Fatîh Cînevîz çû ziyareta cotkarên ku gîha diçinin û ji wan ra got bila demsaleke bi bereket be.
Cinevîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew li herêmê digere qasî ku dibîne gîha li gor par zêdetir e.
Murat Ozturkê ji gundê Samanbeyliyê yê li ser navenda Erdexanê jî got li mêrgan hilberîn zêde ye.