İlhami Erkılıç,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci
18 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan û Qersê sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Li Erziromê çend roj in sir û seqem heye bi taybetî li deverên bilind cemed çêdibe.
Li ser dar û nebatan qiravî çêbû, camên wesayîtan qeşa kişand.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê derket 19 santêman, bi şev germa hewayê di binê sifirê da 5 pile hat pîvan.
- Qers
Li Qersê ji ber sir û seqema ku çêbû, peyarêyan cemed girt. Ekîbên Şaredariya Qersê berf û cemeda ser peyarêyan paqij kir.
Li ser nebat û daran qiravî çêbû, gund bi berfê xemilîn û dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber sir û seqemê çem û golên herêma Hançerliyê qerimîn, dar û nebatan qiravî girt.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji ber sermayê cemed çêbû, li hin deran jî mij ket erdê û qiravî çêbû.
Li deverên bilind berf heye û şofêr seba cemedê hatin hişyarkirin.