İlhami Erkılıç,Yasin Çavdar,Sidar Can Eren,Günay Nuh
03 Adar 2023•Rojanekirin: 04 Adar 2023
Li Erzirom, Erdexan û Tunceliyê hê jî sir û serma didome.
Li herêmê bi şev hewaya sar li Îdirê 3, li Erzincanê 5, li Qersê sifir û di bin sifirê da li Agiriyê 3 û li Erdexan û Erziromê pilyeke hat pîvandin.
Li Erziromê êvarê berf û baran bi hev ra bariya û di pey ra cemed çêbû û li Erdexanê jî ji xeynî serma û seqemê berf dibare.
Li Tunceliyê jî serma û seqem heye û cemed çêdibe. Li bajêr dar û ber ji qiraviyê sipî bûn û çem û çavkanî qismî qerisîn. Heywandar digel sir û sermayê pûta heywanên xwe didin.
Li Elajgira navçeya Agiriyê jî mij ket.