Barış Yalçınkaya,Kemal Özdemir
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2022
Li Erzîncanê ji ber berfê li ser rêyan hatin û çûyîn bi baldarî dibe.
Berfa ku şev dest pê kir navenda bajêr çîl spî kir, şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Li ser dar û beran û peyarêyan berf çêbû.
Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Mesafeya dîtinê li hin cihan ji ber mij û dûmanê heta 20 mêtroyan kêm bû.
Li ser rêya Erzirom û Sêwazê li taxa Sakaltutan û Kizildagê û li ser rêya Erzîncan û Gumuşhaneyê taxa bihûreka Ahmediyeyê hatin û çûyîn ji ber berf û mijê bi baldarî dewam dike.
Ekîbên rêbejayê berfê paqij dikin û xoyê direşînin ku rê neyên girtin.
Polêsên trafîkê wesayîtên mezin ên bar lê hatine barkirin didin sekinandin û hişyariyê didin ku ew baldar bin.