Önder Beyter
07 Hezîran 2020•Rojanekirin: 09 Hezîran 2020
Serokê Odeya Ziraeta Islahiyeyê Mehmet Kose di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku di dan û dexl da wan sezona dirûtinê da destpêkirin.
Kose destnîşan kir ku li ser asta navçeyê 150 hezar dekar genim û 30 hezar dekar jî ceh hatiye ajotin û ji ber ku îsal baran baş barî, rekolteya genim a îsal ji par çêtir e.
Kose diyar kir ku di genim da ew li bendê ne ku ji erdê avî serê dekarê 750 kîlogram, ji erdê dêm jî 500 kîlogram ber û berhem were hildan û di ceh da jî ew li bendê ne ku ji erdê avî serê dekarê 600 kîlogram, ji erdê dêm jî 400 kîlogram ber û berhem were.
Tê pêşbînîkirin ku li herêmê dirûtina zeviyan di nava 20 rojan da kuta bibe.
Cotkarê herêmê Ali Alabacak ku 350 donim genim û ceh dirût, diyar kir ku ew ji ber bihayê kirîna dan û dexl ku ji hêla hikûmetê hat ragihandin, kêfxweş e.