Haydar Şahin
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
TRABZON
Uzungola ji navendên herî girîng ên turîzmê ya li Çaykaraya navçeya Trabzonê ji ber berfa ku ev 2 roj e dibare bi xêliya sipî xemilî.
Uzungola bi darên çamê, nebatên rengîn û hewaya xwe ya paqij li ziyaretvanan pêşwazî dike di her demsalên salê da ji turîstên biyanî û xwecî eleqeyê dibîne.
Germahiya hewayê daket û li herêmê berf barî. Bi berfê va li Uzungolê dîmenên xweşik derketin holê û li dora çemên diherikin golê dîmenên wekî karpostalan derketin holê.
Li Uzungolê mîmariya otantîk, berpal û tebîeta daristanê bi hev ra dîmenên xweşik rayê mêvanan didin. Ji hewayê dîmenên Uzungola bi berfa sipî xemilî hatin kişandin.
Van rojan kesên dixwazin di nav berfê û tebîetê da dema xwe derbas bikin tên herêmê.
- Dîmenên bedew derketin holê
Hanefî Tokê Şaredarê Çaykarayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hewaya sar û berfê li uzungola tûrîst eleqeyê nîşan didin tesîra xwe nîşan da.
Tok got ku li Uzungolê dîmenên bedew derketin holê û kesên dixwazin têra dilê xwe kêfa berf û tebîtê derxin bira werin herêmê.