Welatî berfa ku ji zozanê Berçelanê tînin di nav poşêtan de bi 3 lîreyî difiroşin.
Bektaş Kurtê ku ji çiya berfê tîne û li navenda bajêr difiroşe destnîşan kir ku bi firotina berfê piştgiriyê dide budçeya malbatê.
Kurt diyar kir ku welatî eleqeyeke mezin nîşan didin û wiha got: "Berfa ku tînim li vir dikim poşêtan û difroşim. Welatî di fitarê de berfê tevlî dew û dimsê dikin û dixwin."