Hikmet Temeş,Ulaş Güven
27 Nîsan 2023•Rojanekirin: 02 Gulan 2023
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ekîb ji bo vekirina rêya ku cî bi cî 7 mêtre berf tê da heye, xebatan dimeşînin.
Li Hekariya ku zivistan dijwar lê derbas dibe, ekîbên Midûriya Rê û Xizmetên Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr di biharê da jî xebatên paqijkirin û avêtina berfê didomînin.
Li herêmên Îkîyaka, Golên Satê û Gollerbaşiyê yên li Yuksekovayê, ji bo vekirina rêya girtî ekîban 5 roj berê xebat da destpêkirin, ji ber ku qalindahiya berfê cî bi cî heta 7 mêtreyan dertê, xebat dereng dimeşin.
Li herêmê 3 makîneyên kar û 7 personel xebatan dikin. Ekîban 3 kîlomêtre di 5 rojan da vekir. Ekîb dixwazin ku di nava 10 rojan da rêya herêmê vekin.