İbrahim Atmaca
28 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Waliyê Hekariyê Îdrîs Akbiyik di çarçoveya "Projeya Pirtûkek Merivek"ê da pirtûk bi diyarî dan 15 xwendekarên ku herî zêde pirtûk xwendine.
Akbiyik xwendekarên ku bi mamosteyên xwe ra hatin, li meqamê xwe qebûl kir û got ku wî roja destpêka wezîfeya xwe "Projeya Pirtûkek Merivek"ê da destpêkirin.
Akbiyik diyar kir, di vê çarçoveyê da ew her hefte dibistanekê ziyaret dikin û wiha dewam kir, "Me bi vî hawî kampanyaya xwe him bi xwendekarên xwe da nasîn him bi hemwelatiyên xwe yê bi qedr û qîmet da nasîn. Em ê pirtûkekê bixwînin û bi yekî jî bidin xwendin. Ev ê wiha dewam bike. Mebesta me ew e ku nifşên welatê xwe hez dikin, dibînin, meraq dikin û îdealîst perwerde bibin."
Akbiyik paşê ji xwendekaran ra pirtûk diyarî kir.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Bîlal Gur jî beşdarî ziyaretê bû.