Sayim Harmancı
16 Nîsan 2025•Rojanekirin: 16 Nîsan 2025
Li Hekariyê xebata ji bo dîtina jinika winda a 55 salî dewam dike.
Li Taxa Karşiyakayê ji 9ê Nîsanê vir va Feleknas Keskîna 55 salî winda ye û ji bo dîtina wê bi beşdariya ekîbên AFAD, Lêgerîn û Xelaskirinê ya Cendirmeyan, UMKE û îtfaiyeyê xebatên lêgerînê tên kirin.
Ekîb li derdora taxên Karşiyaka, Daxgol û Sumbulê, li qadên çiyayî, baxçeyên xaniyan, xozanan, Newala Katramasê û derdora Pireya Pirûdanê bi piştgiriya dronê geriyan.
Li deverên ku ekîb lê geriyan, ekîbên tenduristiyê yên 112ê jî amade bûn.