Muhammet Kurşun
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
SILÊMANÎ
Li mentîqeya Hewramana ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ye sobeya êzingan hê jî tê vêxistin û dibe qirçeqirça daran di nav agir de.
Hewraman, bi tebîeta ciwan, hewa paqij, menzereyên dilkêş, ava şîrîn û çanda pirreng di nav hemû Kurdan de xwedî cihekî taybet e.
Ji ber qeyrana darayî û sermaya zêde ya zivistanê xelkê dest avêtiye şewitandina daran û careke din li sobeyên êzingan zivirîne.
Wek tê zanîn li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi piranî di zivistanan de sobeyên xazê-neftê tên emilandin û hewcehiya germayê pê tê temînkirin.
Li Hewremanê ji ber bitesîrbûna sermaya zivistanê û bidestneketina xazê xelk sobeyên êzingan vêdixe.
Welatiyê bi navê Izzet Ebrulrehîmê 65 salî ji gundê Sergetê li mentîqeya Hewraman yek ji wan kesan e ku sobeya êzingan daniye.
Ew dibêje Herêma Kurdistanê çend sal in rûbirûyî qeyrana aborî bûye, di demsala zivistanê de jî bi qasî hewce ceyran û sotemenî jî temîn nekiriye loma jî ev 2 sal in ew sobeya êzingan vêdixin.
Izzet Ebdulrehîm wiha qala rewşa xwe dike:
"Par me dar birrîn ji bo bişewitînin. Lê îsal bi qasî ku têr bike darên me nemane. Loma jî bihayê daran li Hewreman û Helebce gelekî bilind bûye. Par erebeyek dar 40-50 Dînar bû, îsal çûye 90 Dînarî. Ev jî bihayekî zêde ye bo me."