İbrahim Özcan
07 Adar 2024•Rojanekirin: 08 Adar 2024
Li Kilîsê di encama lêgerîna ekîbên cendirmeyan da 10 pezên wenda bûbûn hatin dîtin û radestî xwediyên wan hatin kirin.
M.A.yê ku li gundê Saglicaka navçeya Musabeyliyê bi heywandariyê dike. Dema fêm kir ku 10 pezên wî wenda bûne, ji cendirmeyan alîkarî xwest.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Parêzgehê ji bo dîtina pezên wenda dest bi xebatê kirin.
Di encama lêgerînê de pez hatin dîtin û radestî xwediyên wan hatin kirin.