Nihat Kavşut
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
KIRIKKALE
Li Kirikkaleyê du tirimbêl li hev qelibîn û di qezayê da 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan tirimbêlên bi plaqeya 45 DU 802 û 71 DU 715 li ser Bulwara Alparslan Turkeş li hev qelibîn.
Hat destnîşankirin di qezayê da 11 kesên di herdu tirimbêlan da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê, agirkujî û Midûriyeta Rewşa Aacil û Afatê (AFAD) çûn ciyê bûyerê.
Hat diyarkirin kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kirikkkaleyê û Îhtisasa Bilind a Kirikkaleyê.
Li gor agahiyan digel midaxeleyê 3 kes mirin û ji bo tesbitkirina nasnameyan jî xebat dewam dikin.