Önder Beyter
05 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2020
Li Meletiyê barîna berfê li ser jiyanê tesîreke neyênî kir.
Li bajêr welatiyên ku bêtedbîr rastî barîna berfê ya ku nîvê şevê dest pê kir hatin, zehmetî kişandin.
Li ser wesayîtên parqkirî tijî berf bû û herwiha ji ber barîna berfê ekîbên polêsan li ser rê û kolanên sereke tedbîr sitandin.
- Li herêmên çil û çiyayî rêyên 226 taxan tunene
Li Meletiyê herwiha ji ber barîna berfê rêyên 226 taxên li deverên çil û çiyayî hatin girtin.
Li gorî agahiya ku ji Navenda Kordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Meletiyê hat wergirtin, li Doganşehirê 39, li Puturgeyê 38, li Hekimhanê 25, li Darende û Arapgîrê her yekî 19, li Arguvanê 18, li Akçadagê 16, li Kaleyê 15, li Doganyolê 10, li Battalgaziyê 9, li Kuluncakê 8, li Yazihanê 6 û li Yeşilyurtê jî rêyên 4 taxên gundewarê ji ber berf û bagerê girtî ne.
Li seranserê bajêr ji bo vekirina rêya 4 hezar û 977 kîlometreyî, 27 ekîb tevî gelek makîneyên şixul xebatên xwe didomînin.