Sabri Yıldırım
10 Îlon 2025•Rojanekirin: 11 Îlon 2025
SABRÎ YILDIRIM - Li Mûşa ku ji navendên girîng ên ku dewar lê tên xwedîkirin, jimara heywanan bi piştgiriya dewletê zêde dibe.
Li deverên gundewar ji bo zêdekirina hilberînê, xurtkirina dezgehên malbatan, zêdekirina heywandariyê û ji bo hilberînê teşwîqkirina jinan, Wezareta Çandinî û Daristanê "Projeya Li Gundewaran Bereket, Piştgiriya Heywandariyê" da destpêkirin.
Li Mûşê dora 248 hezarî serî dewar hene. Ji bo ji projeyê sûd werbigirin 2 hezar û 475 kesan serî li Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanan da. Jê 89 kesan heq kir.
Bi tevahî 1300 serî çêlekên avis li rêncberan hatin belakirin. Wezaret wê ji bo salekê piştgiriya xwedîkirin, alif û sîgorteyê bide rêncberan.
Di çarçoveya projeyê da pêşiyê li gundê Arakonakê yê li ser navçeya Bulanikê li Rohat Cahît Bulanikli 30 û li beldeya Yeşîlovayê Sîdret Yenîlmeza cotkara jin jî 15 serî dewar hat belakirin.
Sîdret Yenîlmeza ku ji projeyê sûd wergirt got, "Projeya min hat qebûlkirin. Min 15 serî dewar standin. Çêlekeke min za, ez pir şa me. Kê piştgirî dabe, ez spasiya wan dikim."