Sabri Yıldırım
15 Mijdar 2021•Rojanekirin: 23 Mijdar 2021
Li ser çil û çiyayên Mûşê komkirina hingivê reşkewaran dest pê kir.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Mehmet Aydin ji rojnamegeran ra got ku li ser çil û çiyayên bajêr nêzî 82 celeb nebat û gîhayên endemîk hene û ev seba mozên hingiv cihekî îdeal e.
Aydin daxuyand, li Tirkiyeyê ji bajarên ku herî dereng lê hingiv tê komkirin yek jî Mûş û wiha dewam kir, "Li herêmê kîloya hingivê reşkewarê di navbera 350-500 lireyî da tê firotin û di demeke kin da xelas dibe. Li tevahiya bajêr bi tevahî 1000 reşkewar û 53 hezar kewarên fennî hene û ji van kewaran nêzî 700 ton hingiv tê hildan û 36 milyon û 500 hezar lire piştgiriyê dide aboriyê."
Aydin diyar kir ku tehma hingivê vê herêmê cuda ye û wiha dewam kir, "Me îsal 750 hezar lire piştgirî da mozvanên me. Wezareta me daxuyanî da. Di heyama pêş da em ê serê kewarê 20 lire piştgiriyê bidin mozvanên me."
Ji mozvana Abdullah Uyanik jî got ku wan dest bi komkirina hingivê reşkewarê kir û ew dixwazin ku ji 180 kewarî 500 kîlo hingiv ji wan ra were.