İlhami Erkılıç,Cüneyt Çelik
15 Mijdar 2021•Rojanekirin: 16 Mijdar 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê qeşa, cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê ji 2 pileyan heta 4 pileyan zêde bibe.
Li herêmê bi şev û serê sibehê qeşa cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qersê 7, li Erdexan û Agiriyê 6, li Erziromê 2, li Erzincan, Îdir û Tunceliyê sifir pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 16, li Erzincanê 15, li Agiriyê 14, li Îdir û Erziromê 13, li Erdexanê 12 û li Qersê 11 pile tê payîn.
Li Qersê hewa sar e û camên wesayîtan û dar û beran qiravî girt. Hin şofêran betanî li wesayîtên xwe wer kirin.