İbrahim Atmaca
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 10 Sibat 2021
Li Mûşê berf û bagerê rêya 9 gund û 22 mezreyan girt û rê bi xebata ku 6 rojan dewam kir hat vekirin.
Ekîbên berfê yên Midûriya Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr li bajêr ji bo vekirina rêyên ku berfê girtine xebatan didomîne.
Ji bo ku welatî mexdûr nebin ekîb şev û roj xebitîn û hemû rê vekirin. Ekîb ji bo vekirina rêya gundên Sêmalan ku 9 gund û 22 mezre tê ra diçin û tên, xebitîn.
Berf û bagerê cî bi cî heta 7 mêtreyan berf kiribû rê û piştî xebata 6 rojan ev rê paşê hat vekirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, piştî xebateke dûr û dirêj hemû rê hatin vekirin.
Yentur diyar kir, ekîban di vê pêvajoyê da bi fedakarî wezîfe kirin û wiha dewam kir:
"Ji ber ku erdnîgariya vê derê dijwar e, bi taybetî di rêya komegundên Derecîk û Ilicayê da 10 kîlomêtre bi zehmetî hat vekirin. Di rê da cî bi cî 6-7 mêtre berf hebû. Me rêyên hemû gund û mezreyan vekirin. Rêyên girtî neman. Ez spasiya kesên ku di vekirina rêyan da keda wan çêbû dikim."