Cüneyt Çelik
23 Gulan 2024•Rojanekirin: 25 Gulan 2024
KARS (AA) - Li Qersê piştî tavî û teyrokê zîpik barî.
Zîpik ji nişkêva barî, şofêr û welatiyan tengasî kişand.
Hin şofêran betanî û karton avêtin ser wesayîtên xwe da ku zîpik zirarê nede wesayîtên wan.
Şofêrên ku di rêyan da bûn jî wesayîtên xwe kirin binê baniyên îstasyonên sotemeniyê yên herî nêzîk.
Zîpikê çiqên daran şikênandin, li hin deran av golî bû.