Hüseyin Demirci
16 Nîsan 2022•Rojanekirin: 19 Nîsan 2022
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku zivistana wê dirêj û dijwar e, bi hatin biharê ra berf dihele û xweza ji xewa zivistanê hişyar dibe.

Li navçeya di nava daristanên darçamên zer da piştî ku dinya germ bû û helîna berfê dest pê kir, demsala biharê xwe nîşan da.

Li navçeya ku pîvokên rengbireng vebûn, gol jî bi çivîkên koçber şên bûn.

Di vê navberê da hirçên boz ên birçî yên ji xewa çileyê hişyar bûn jî daketin navenda bajêr û di konteynerên ziblê da li xwarinê geriyan.