Hüseyin Demirci
05 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê serma çêbû.
Li bajêr germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da daket pileyekê û camên wesaîtan cemed girt û li ser banê avahiyan û giya û daran qiravî çêbû.
Ji welatiyan Celal Gok diyar kir ku hewa êdî sar dibe û got ku li deverên bilind berf dibare û bi şev hewa pir sar dibe.
Li navçeyê dîmenên baz û roviyên derketibûn nêçîrê hat kişandin.