Cüneyt Çelik,Özgen Beşli
13 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2025
Li Qersê dîmena roviyê gevez ê ku li ser berfê mişk girt, hat kişandin.
Li bajêr ji ber berf û sermayê heywanên çolê bi zehmetî tiştekî xwarinê dibînin.
Li devera rêbeja Qers-Çildirê li zeviya di bin berfê da roviyê gevez bi deqîqeyan liv û lebata mişkê di bin berfê da şopand û herî dawî nêçîra xwe qefalt.
Roviyên ku ji ber şiyana nêçîrvaniyê wekî heywanên "kone" û "çavvekirî" tên tewsîfkirin, di van şert û mercên giran ên demsalê da ji bo ku ji xwe ra tiştekî xwarinê bîter bikin, hemû şiyanên xwe bi kar tînin.