Hüseyin Demirci
04 Mijdar 2023•Rojanekirin: 04 Mijdar 2023
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji ber sermayê camên wesaîtan cemed girt û li ser dar û giyayan qiravî ket.
Li navçeyê ber destê sibehê germahiya hewayê di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin û ji ber sermayê camên wesaîtan cemed girt.
Ji welatiyan Veysel Çaga cemeda li ser wesaîta xwe paqij kir û got ku serma û seqema Sariqamîşê dest pê kir.
Serê Çiyayên Allahuekber û Soganliyê jî ji ber berfê hinekî sipî bû.