Hüseyin Demirci
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2023
Li Sariqamûşa navçeya Qersê tavî, teyrok û bayê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li gundê Odalarê yê navçeyê û li zozana gundê Kalebaşê tavî û teyrok barî, ji ber bayê gur baniyên hin malan firîn.
Piştî taviyê, zîpik barî û zevî spîçîl bûn.
Mixtarê gundê Odalarê Musa Yildirim diyar kir, piştî bayê gur tavî û zîpikê dayê, zirar û ziyan gihîşt zeviyan. Yildirim got ku xebata tesbîtkirina xesarê hê dest pê nekiriye.
Li navenda navçeyê jî li ser kolanan rogar xitimîn, hin cih di bin avê da man.