Ömer Tarsuslu
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2023
Menderesên tijî av yên li Erdexanê piştî barîna baranê rengê sirûştê li ser xwe dihewînin û dîmenên rengîn radixin pêş çavan.
Bajarê Erdexana ku zozan, mêrg, gol, çem û deştên reng rengî li ser xwe dihewîne bi menderesên lihevbadayî va balê dikişîne.
Li bajarê ku zivistanê bi taybetî ji ber sir û seqema wê zêdeye niha çar alî bi rengên sirûştê xemiliye.
Dîmenên menderesên ku mîna guliyan li hev badayî ne û tijî av in jî bi dronê va ji hewayê hat kişandin.
Pez û dewarên ku cotkaran derxistine zozan û diçêrin jî dîmenên rengîn radixin pêş çavan.