11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2016
MUŞ
Li Mûşê bi destpêkê paleyiya genim qijikan êrîşî erdên deşta Mûşê kir.
Ahmet Akçiyê ku li Ayranliya gundê Mûşê dijî di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da destnîşan kir ku qijikên ku bi refan hatine deşta Mûşê li gund û mezrayan zirareka mezin didin erdên çandî.
Akçi anî ziman ku bi destpêkê paleyiya genim ra, qijikan erdên li deşta Mûşê dagir kirin û got, "Qijik di dema paleyiyê da tên û zirareke mezin didin erdên me yên çandî. Zirarê didin simbilê genim. Ev pirsgirêk li hemî gund mezrayên deştê heye. Ji ber van qijikan em nema zanin çi bikin."
Tekin Onder jî destnîşan kir ku sibehan bi dengê qijikan şiyar dibin û got, "Ji ber qîj qîja qijikan em 5ê sibehê şiyar dibin. Lê tevî wê zirara ku qijik didin simbilê genim, kulî û kêzikên nav zad dixwin, ev jî fêdeyeke wan e."