03 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê tewle û gom hê jî di bin berfê da ne.
Heywandarên ji gundê Karabeyê ji bo heywanên xwe ji gom û tewleyên ku di bin berfê da mane derxin gele zor û zehmetiyan dikşînin.
Ji heywandaran Yunus Karahan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku îsal li Yuksekovayê bi qasî bejnek berf barî.
Karahan diyar kir ku ji ber şert û mercên zivistanê zehmetiyan dikşînin û wiha xeberda: "Emrê Xwedê îsal zehf berf barî. Hê jî li gundê me berf heye û tewle û gomên me di bin berfê da ne. Piraniya gom û tewleyên li gund wiha di bin berfê da ne."
Ji heywandaran Tayyar Aslan jî diyar kir ku di rojên dawîn da hewa xweş dibe, lê hê jî li gund bejnek berf heye.