Önder Beyter
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
ERZURUM
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê dem demî berf bibare.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşbînîkirin ku li piraniya herêmê hewa wê pir ewrayî be û herwiha danê sibê li Erziromê, danê nîvroyê li Qers, Agirî û Îdirê, danê êvarê jî li dewrûbera Erzinganê dem demî berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê di asta demsalê da be û herwiha ba jî wê ji hêla bakur û rojhilatê bakur nerm û car caran jî hinekî qewî rabe.
Li herêmê germahiya herî nizim li Îdir û Erzinganê sifir, di bin sifirê da li Tunceliyê 2, li Erziromê 9, li Qersê 10, li Erdexanê 11 û li Agiriyê jî 12 pile hat pîvan.
Nava rojê jî pileya herî bilind a germahiyê tê texmînkirin ku wê li Îdirê, Tuncelî û Erzinganê 4, li Agiriyê sifir, li Qers, Erzirom û Erdexanê jî di bin sifirê da pileyek be.
Li navenda bajaran qalindahiya berfê jî li Erziromê 21, li Erdexanê 15, li Qersê 6 û li Agiriyê jî 3 santêmêtro hat pîvan.
Peywirdaran welatî, kesên eleqedar û bi taybetî jî ajokar hişyar kirin ku wê cih cihan mij û bûsî çêbe û herwiha hişkî dê bikeve erdê, qerm û cemedê çêbe ku divê li hemberî van rewşan baldar û bi tevdîr bin.
- Erzirom di bin berfê da ma
Berfa ku li Erziromê barî, navenda bajêr di bin berfê da hişt.
Berfa ku serê sibê li navenda bajêr dest pê kir, li ser jiyanê tesîreke neyênî kir. Di heman kêliyê da ekîbên paqijkirina berfê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin jî dest bi paqijkirin berfê kirin.
Li Erzinganê rêyên 77 gundan hatin girtin
Li Erzinganê ji ber berf û bagerê rêyên 77 gundan hatin girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Erzinganê da hat destnîşankirin ku duh danê êvarê berf û bagerê dest pê kir ku ji ber vê yekê rêyên gundan hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li navenda bajêr rêya 2 gundan, li Çayirliyê ya 5 gundan, li Kemahê ya 7 gundan, li Otlukbeliyê ya 3 gundan, li Refahiyeyê ya 40 gundan, li Tercanê ya 15 gundan û herwiha li navçeya Uzumluyê jî ya 5 gundan, ango bi tevahî rêyên 77 gundan hatin girtin ku 16 ekîb jî xebatên vekirin û paqijkirina rêyan didomînin.
Li herêmê dîsa rêyên 11 gundên Tunceliyê jî hatin girtin.
- Li Qersê berf
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhastinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, ji ber berf û bagerê li Qaxizmanê rêya 5 gundan, li Susuzê ya 2 gundan û li Arpaçayê jî rêya gundekî hatin girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê jî xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.