Fatih Gazioğlu
2015 ж. 14 желтоқсан•Rojanekirin: 2015 ж. 15 желтоқсан
VAN
Berfa ku li Rojhilatê Anadoluyê barî li Wan û Hekariyê rêya 827 gundan girt.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ji ber berfa ku dibare li Wanê 317 taxan rê hatin girtin û ji ber vê jî ekîbên rêvekirinê yên Midûriyeta Herêmê ya Rêbejê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo rêpaxijkirinê dixebitin.
-Hekarî
Berfa ku li Hekariyê barî rêya 136 gundên li ser bajêr û 374 bajarokan ji çûn û hatinê re girt.
Hat diyarkirin ku ji bo vekirina rêyan tîmên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin.
Walîtiyê daxuyanî dabû û ji ber berfê li navendê û gundên girêdayî navendê dibistan rojekî hatibûn tetîlkirin.