Türkan Tosun
09 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2020
Bajarên Erzirom, Qers, Erdexan û Tunceliyê bi berfa spî nixûmîn.
Li Erziromê berfa ku şev dest pê kir tesîreke neyînî li ser jiyanê kir.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
Tîmên şaredariyê jî berfa li tax û kuçeyan paqij kirin.
Berfa li cihên dîrokî dîmenên xweş derxistin holê.
- Qers
Li Qersê berfa ku 3 roj e dibare her der spî û çîl kir.
Welatiyên serê sibê çûn li ser karên xwe berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Ji ber ku rêyan qeşa girt şofêran bi baldarî wesayîtên xwe ajotin.
Li navçeya Sariqamîşê jî dar û ber bi berfê nixûmîn.
Li taxa Îstasyonê zarokan bi xizangan va xwe şiqitand û kêfa berfê kirin.
Tîmên Midûriya Herêma 18emîn li ser rêyan berf û qeşayê paqij dikin û xoyê direşînin.
- Erdexan
Li Erdexanê tîmên şaredariyê berfê paqij dikin.
Tîmên rêbejayê jî li herêmên jê berpirsyar in berf paqij kirin û xoyê reşandin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê barana ku dibarî şev cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Ji ber berfê dar û ber, wesayît spî û çîl bûn.
Welatiyên serê sibê berf dîtin li ser kuçe û kolanan bi zehmetî meşiyan.