Elif Irmak
09 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2020
Li Elezîz û Bingolê berfê bi şev dest pê kir û heta sibê dewam kir.
Ji ber berfa ku li Elezîzê barî li navçeya Qereqoçanê 5, Sîvrîceyê 5, Madenê 4 gundan girtî ye.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan xebat da destpêkirin.
Ekîbên girêayî şaredariya Elezîzê li Taxa Harputê ya dîrokî xebata paqijkirina berfê kir û rê ji hatin û çûyînê ra vekir.
- Bingol
Berfa ku li tevahiya Bingolê bi şev dest pê kir û heta sibehê bênavber dewam kir tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.
Navenda bajarê ku berf lê barî spî xemilî, li cihên bilind sitûrahiya berfê ji 10 santîmêtroyî derbas bû.
Rayedarên Midûriya Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Walîtiyê ragihand ku ji ber berfê heta niha rêyên gundan nehatine girtin, ekîbên paqijkirina berfê bi awayekî amade li bendê ne.