Türkan Tosun
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdêxanê berf û baran wê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê ewrayî be û car caran jî wê baranê bibare.
Tê texmînkirin li başûrê Erziromê, Qers, Agirî û Erdêxanê heta êvarê şilope û berf, li Îdirê jî baran bibare.
Germahî li herêmê wê li gor demsalê zêde be, ji hêla başûr û başûrê rojava va car caran ba bê.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 9, Erzincanê 5, Tunceliyê 2, Qers, Agirî û Erdêxanê 1, li Erziromê jî sifir pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê jî germa hewayê ya herî zêde wê li Îdirê 14, Tunceliyê 13, Erzincanê 12, Erdêxanê 8,Qers û Agiriyê 7, Erziromê jî 6 pile be.
Qalindahiya berfê li Erzirom û Erdexanê 4 û Qersê jî 3 santîm hat pîvan.
Li navendên xweşiqitandinê jî qalindahiya berfê li Erganê 135, Sarîqamîşê 78, Palandokenê 76, Yalnizçamê 31 santîm hat pîvan.
Rayedaran ji bo cemed, qeşa û şepeyê hişyarî da welatiyan.