Sevim Hatun
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
MALATYA
Li Darendeya navçeya Meletiyê kulîlkên newrozê ku wekî mizgîniya biharê tên zanîn, vebûn.
Kulîlkên newrozê yên ku ber bi dawiya meha edarê li qûntara çiyan piştî berf dihele bedibin, îsal zû vebûn. Li herêmê ji ber ku germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye kulîlk îsal serê adarê vebûn.
Li Taxa Baytarbagi ya navçeya Darendeyê ku lê newroz wekî kevneşopiyeke her sal tê pîroz kirin, zarok kom bûn û çalakî tên lidarxistin.
Ji şêniyên taxê Hasan Akbaş ji nûçegihanê AAyê re got, wextê kulîlkên newrozê vedibin cotkar dizanin ku saleke nû ya çandiniyê dest pê kiriye.
Akbaş got ku ev kevneşopî bi taybetî ji bo malbatên li gund û zonanan dimînin xweş e û wiha dewam kir: "Malbatên li van deran rûdinên demsalê de derdikevin qûntarên çiyan, ji van kulîlkan kom dikin. Ev kulîlk bi bêhna xwe ya xweş û şiklê xwe kêfa me xweş dikin. Em van kulîlkan tînin dikin îsakanên avê û datînin odeyên xwe yên rûniştinê, mal bi bêhna kulîlkan xweş dibe. Em hersal wiha dikin."
Zarok jî kulîlkên xwe kom dikin wekî diyarî didin dê û bav, kal û pîrên xwe.