Türkan Tosun
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê piştî berf barî germahiya hewayê li 7 bajaran dakete di bin sifirê.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêma ku demek berî berf barî hewa wê kêm ewrayî be, germahî wê li gor demsalê be.
Serê sibê û şev qeşa, mij û dûman wê çêbibe, hin caran jî bayê çebibe.
Germahiya hewayê ya herî kêm li Qersê di bin sifirê da 19, li Erdexanê di bin sifirê da 18, li Agiriyê di bin sifirê da 17, li Erziromê di bin sifirê da 8, li Îdirê di bin sifirê da 6, li Tunceliyê di bin sifirê da 4 û li Erzinganê di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde ya li herêmê jî tê texmînkirin ku wê li Erzingan, Îdir û Tunceliyê 7 pile, li Erziromê 4 pile, li Qersê pileyek, li Agiriyê di bin sifirê de 7 pile, li Erdexanê jî di bin sifirê de 4 pile be.
Li Erdexanê ji ber sermayê ji bo ku kevok û cûk bê êm nemînin esnafên li ser kolana Halê êm didin çivîkan.
Esnaf Hakan Taşdemir got serê sibê ew çawa tên ser karên xwe êm didin çivîkan û ji ber vê jî ew kêfxweş in.