Haydar Şahin
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
ERZURUM
Meteorolojiyê ji bo Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û mijê da.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li bendê ne ku hewaya herêmê ewrsayî û ewravî be, bi şev û ber destê sibê mij bikeve, pûk hebe û cemed çêbe.
Germahiya herêmê ew ê li gor ya demsalê bi qasî 2-4 pileyan zêde be, bayê ji aliyê bakur va rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Tûncelî û Erzincanê 5î li Îdirê 3, li Agiriyê sifir, li Erziromê di binê sifirê da 1, li Erdexanê di binê sifirê da 4 û li Qersê di binê sifirê da 5 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erdexanê 1, li Erziromê 3, li Qersê 4, li Agiriyê 5, li Tûnceliyê 8, li Îdirê 9 û li Erzincanê 10 pile be.
Li navendên xwe şiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokena Erziromê 33, li Cibiltepeya Sarîqamîşê 33, li Konaxliya Erziromê 1, li Ergana Erzincanê 11 santêm hat pîvandin.