Önder Beyter
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
ERZURUM
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dê şilope û berf bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê perçe ewrayî û pir ewrayî be û herwiha heya danê êvarê baran, şilope û berf dê bibare.
Tê pêşbînîkirin ku li seranserê Îdirê û aliyê bakurê Erziromê baranê bibare, li ciyên din jî şilope û berf dê bibare.
Li herêmê herwiha germahî dê 3 an jî 5 pile di ser asta demsalê da be û herwiha ba jî wê ji milên rojhilat û rojhilatê başûr nerm, hinek caran jî nîveqewî were.
Li herêmê bi şev pileya herî nizim li Îdir û Erzinganê 5, li Tunceliyê 4, li Agiriyê 1, li Erziromê sifir, di bin sifirê da li Qers û Erdexanê jî pileyek hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî dê li Îdirê 10, li Tunceliyê 8, li Agirî û Erzinganê 7, li Erzirom û Erdexanê 5 û li Qesê jî 4 pile be.
Li navendên kaşûnê stûriya berfê li Palandokena Erziromê 33, li Sariqamîşa Qersê 22, li Konakliyê 15 û li Ergana Erzinganê jî 10 santîmetre hat pîvan.
Rayedaran hişyarî da ku bi şev û destê sibehê dê hişkî, cemed, mij û bûsî çêbe û lewma jî divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş ên dibe ku di çûn û hatinê da derkevin, baldar û bitevdîr bin.
- Li Qers û Erdexanê mij û barîna berfê
Li Qers û Erdexanê nîvê şevê berf barî û dû ra destê sibê mij çêbû.
Ji ber şert û mercên neyînî û mijê ajokaran li ser rêya Qers-Erdexanê û Qers-Erziromê zehmetî kişandin. Di rêyên ku mesafeya dîtinê heya qedera 20 metreyan berjêr bû da ajokaran pêşiya xwe nedît ku bi asanî wesayîtê bajon.
Li Qersê ligel mijê, li navenda bajêr berfeke nerm barî û li ciyên bilind jî zêdetir berf barî.
Li bajêr ekîbên rêbejayê berfa ku ketiye ser rêyan, diavêjin.