Hilmi Tunahan Karakaya,Günay Nuh,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
16 Sibat 2023•Rojanekirin: 16 Sibat 2023
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê ji ber sir û seqemê hin wesayît qerimîn, kanî, çem û cobaran jî cemed girt.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 14 pile hat pîvan, şadirwanên hin mizgeftan û kaniyên li ser kuçeyan qerisîn.
Li bajêr her wisa ji ber hişkiyê bi baniyên avahiyan va şembelûk daliqîn, rê û peyarêyan cemed girt.
Ekîbên şaredariyê berfa li rex rê kom bûbû paqij kir.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê stûriya berfê 146 santîmetre hat pîvan.

- Erdexan
Li Erdexanê berfê her der spîçîl kir û her wiha li cihên bilind jî vegerand bagerê.
- Agirî
Li Agiriyê sir û seqem bi tesîr e.
Bi tesîra hişkiyê Çemê Muradê û cobar qerimîn.
Di depoya avê ya li goristana bajêr da şembelûkên bi metreyan dirêj çêbûn, qiraviyê avêt daran.
Welatiyan jî li hemberî sermayê wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.

- Qers
Li Qersê jî hin wesayîtên ku ji ber sir û seqemê qerimîn û nexebitîn, bi pergala teqwiyeyê hatin xebitandin.
Li bajêr gol û cobar jî qerimîn.
Li navçeya Sariqamîşê serma û xebatên berfê berdewam in.
Li navenda navçeyê stûriya berfê gihîşt 45 santîmetreyan, şembelûk bi baniyên avahiyan va daliqîn.
Her wisa ekîbên Şaredariya Sariqamîşê li ser kolanên sereke yên bajêr dest bi paqijkirina berfê kirin. Ekîb berfê barî kamyonan dikin û dibin li dervayî bajêr vala dikin.
Li çemê Sariqamîşê yê qismekê wê qerimî ye, werdekên serkesk li qût geriyan.