Haydar Şahin
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
AGRI
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê heywandarên di seranserê havînê da serdemeke hişkayî derbas kirin piştî barîna şiliyê berê xwe dan rast û bestan.
Li herêmê germahiya hewayê li gor ya salê zêde derbas bû, li Agiriyê û dorberê wê şiliyê dest bi barînê kir.
Gundiyên ku li herêmê heywandariyê dikin bi barîna şiliyê va heywanên xwe berî rast û bestan dan.
Kasim Dîmenê Midûrê Çandiniyê yê Bazîdê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Agirî û dorberê wê ji bo heywandariya Tirkiyeyê navendeke girîng e.
Dîmen diyar kir ku avûhewaya herêmê û erdên van deran ji bo heywandariyê zehf misaît in û wiha pê da çû: "Bi taybetî gundên me yên ku bilindahiya wan zehf zêde ne gundiyên me bi heywandariyê nanê xwe bi dest dixin. Li herêmê di seranserê havînê da şilî nebarî û quraxî çêbû. Şikur ji Xwedê ra bi hatina payîzê va şiliyê dest bi barînê kir. Heywandarên me dîsa heywanên xwe berî rast û bestan dan ku biçêrînin."
Îsmet Bînakê heywandar jî diyar kir ku li herêmê kêm zêde 5 mehan şilî nebarî.
Înak destnîşan kir ku li der û dora Gola Masiyan îsal quraxî derket û wiha got, "Di seranserê havînê da çêre hişk bibû ji ber vê jî heywanên me qasî ku têrê dike neçêriyan. Ji bo alifê zivistanê jî me ji bajarên li der û dorê giha, ka û yêm kirî. Şikur ji Xwedê ra şiliya ku em li bendê bûn teze barî. Li rast û bestên me çêre dîsa hêşin bû. Bi barîna şiliya va heywanên me gihîştin çêreya teze ya tebiî."