İbrahim Atmaca
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li rojhilat û bakurê rojhilata Herêma Rojhilatê Anadoluyê, li cihên bilind dibe ku şilope û berf bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, tê texmînkirin li aliyê rojhilatê herêmê baran, tavî û teyrok, li bakurê rojhilat, li cihên bilind jî şilope û berf bibare.
Li herêmê bi şev germa hewayê herî kêm li Qers û Erdêxanê di bin sifrê da 2, li Erzirom, Agirî û Tunceliyê 3, li Erzinganê 5 û li Îdirê 10 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa hewayê ya herî zêde wê li Tunceliyê 23, li Erzinganê 19, li Îdirê 14, li Erzirom, Qers û Agiriyê 13 û li Erdêxanê 9 pile were pîvan.