Müslüm Etgü,Cebrail Caymaz
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Li Şanliurfayê 30 xezalên li Îstasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Sala 75emîn çêbûn, berdan çolê.
Ji ber ku cisnê wan li ber talûkeya qelandinê ye xezal li Îstasyona Lihevzêdekirina Xezalan a Sala 75emîn ya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanê tên parastin.
Ji bo xezalan berdin çolê bi beşdariya Walî Hasan Şildak û Midûrê Herêma 3yemîn ê Midûriyeta Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî Hakan Mumcuoglû merasimek hat lidarxistin.
Di merasimê da 30 xezalên li îstasyonê çêbûne û hatine mezinkirin ber bi Qada Pêşxistina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê va hatin berdan.