Cuma Sarı
03 Sibat 2023•Rojanekirin: 04 Sibat 2023
Li Sîwereka navçeya Şanliurfayê 50 guhdirêjên bêxwedî ji bo ku di sir û seqemê da nemînin, hatin berhevkirin û birin sitargehê.
Ji ber ku salên borî li ser guhdirêjan cemed çêbûbû û dîmena wan di medyayê da cih girtibû, Şaredariya Sîwerekê seba guhdirêjên bêxwedî yên Qerecdaxê ketin dewrê.

Ekîbên parastina heywanên ku li taxên gundewar digerin, 50 guhdirêjên serberedayî li wesayîtan bar kirin û birin sitargehê. Li sitargehê kontrola heywanan hat kirin, tedawiya yên birîndar dest pê kir.
Şefê Ekîba Parastina Heywanan a Şaredariya Sîwerekê Yunus Yargi ji rojnamegeran ra got ku ji ber zivistana dijwar a li herêmê heywanên serberedayî di dîtina xwarinê da tengasiyê dikişînin.
Omer Eskîmîşê şêniyê taxa Karabahçeya Jêrîn jî got ku li herêma ku hewa lê sar e, seba berhevkirina guhdirêjên serberedayî wan cab da ekîban.