Eşber Ayaydın,Müslüm Etgü
18 Adar 2023•Rojanekirin: 19 Adar 2023
Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Zeynel Abîdîn Beyazgul diyar kir ku ji nû va ava şebekeyê dan bajêr.
Beyazgul daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji ber lehiya rabû bi qasî 40 saetî ava şebekeyê nedan bajêr.
Di berdewamiya axaftina xwe da Beyazgul got ku dema wan ferq kir ava qirêjî ketiye tesîsa parzûkirinê û wiha domand: "Heke ew derî nehatina girtin bi qasî 12 hezar ton ava şêlû û herî wê têketa wê derê û bo paqijkirinê jî qasî 3 mehan wê em mijûl bikira. Hevalên me ji ber ku zû tevgeriyan rê li bobelateke duyemîn a wê bihata serê Şanliurfayê hat girtin."
Beyazgul ragihand ku wan serdab û coyên ava şebekeya bajêr paqij kirin û niha jî ji bo ku ava vexwarinê bikaribin bidin bajêr hewl didin û ji welatiyan xwest ku heta wan agahî neda bila ava şebejeyê venexwin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Beyazgul got ku ew ava vexwarinê li welatiyan belav dikin û ji bo vê jî dixebitin û di nav du rojan da wê ava vexwarinê bidin çar aliyê bajêr.